Mesûd Barzanî pêşwaziya Balyozê Rûsya li Iraqê kir

Serokê Partîya Demokrat ê Kurdistanê Mesûd Barzanî pêşwaziya Maksîm Maksîmov Balyozê Rûsya li Iraqê û şandeke li gel kir.

Di hevdîtina ku li Selaheddîn hat kirin de  Balyozê Rûsya li Iraqê silavên Sergey Lavrov Wezîrê Derve û Mikhail Bogdanov Nûnerê Taybetî yê Serokê Rûsya bi Barzanî gihand.

Her di vê hevdîtinê de rewşa siyasî û pêşhatên dawî yên navçeyê guftûgo kirin û her wiha balkişandin li ser peywendiyên di navbera Hewlêr û Bexdayê.

Li beşeke dinê civînê de tekez li ser berfirehtir kirina peywendiyên di navbera Herêma Kurdistan û Rûsyayê kirin.

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Ramazan Tekdemir bawerî nû kir
Weqfa Êtîman li Xezzeyê ji bo pitikan kampanyaya mamayê da destpêkirin
Li Şemrexê qezaya trafîkê: 4 birîndar
Nisêbîn de otomobilo ke park biyo de adır veşayo
Li Amedê kêmasiya sanayiyê di navçeyên biçûk de ji welatiyan re lêçûna zêde tîne