Mesûd Barzanî pêşwaziya Serokê Weqfa Sunnî kir

Serokê PDKê Mesûd Barzanî li navçeya Selahaddîn pêşwaziya Dr Se'îd Hemîd Kimbiş Serokê Dîwana Weqfa Sunnî ya Iraqê û şanda li gel kir.

Di hevdîtinê de Serokê Dîwana Weqfa Sunnî spasî Barzanî û Herêma Kurdistanê kir ku li rojên teng da dergehên xwe ji bo sedan hezar koçberên Iraqê vekirin û her wiha pêzanînên xwe ji bo wê geşbûn û pêşketin û xizmetguzariyan hebû ku ji bilî hebûna gefeke zêde ya li ser Herêma Kurdistanê hatiye encamdan.

Ji aliyê xwe ve Barzanî wergirtina koçber û lêqewimiyan bi erkeke niştimanî û mirovî wesifkir û tekez li wê yekê kir ku gelê Kurdistanê herdem dûrî her cûre nêrînên regezperestî bûye û kar ji bo kûrkirina çanda pêkvejiyana di navbera pêkhatan de kiriye.


İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Ramazan Tekdemir bawerî nû kir
Weqfa Êtîman li Xezzeyê ji bo pitikan kampanyaya mamayê da destpêkirin
Li Şemrexê qezaya trafîkê: 4 birîndar
Nisêbîn de otomobilo ke park biyo de adır veşayo
Li Amedê kêmasiya sanayiyê di navçeyên biçûk de ji welatiyan re lêçûna zêde tîne