Mesûd Barzanî pêşwaziya Wezîrê Derve yê Fransa kir

Serokê PDKê û Serokê yê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî pêşwaziya Jean-Yves Le Drian Wezîrê Derve yê Fransa kir.

Di  hevdîtina ku hat kirin de peywendiyên Fransa û Iraq û Herêma Kurdistanê û pêşhatên dawî ya rewşa siyasî û aborî û tevgerên Da'îş û ew qeyranên ji ber pejika Korona ve rû li Iraq û Herêma Kurdistanê pêkhatine kirin.

Her wiha piştevaniya herdemiya Fransa li mafên destûriyên Herêma Kurdistanê û rola girîngê Fransa li rûbirûbûna Da'îş û peywendiya Herêmê bi Hikûmeta Federal mijareke dinê civînê bûn.

Wezîrê Derve yê Fransa xweşhaliya xwe bi serdana Herêma Kurdistanê û bi dîtina Barzanî derbirî.

ÎLKHA

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Vakfê Yetiman ra seba aktiviteyê mewlidi dawet
Qada ku ji bo çalakiya Mewlûda Nebî hatî amadekirin, li benda evîndarên pêxember e
Li Çinarê birûsk ket: 1 birîndar
5emîn Kongreya Asayî ya Teşkilata Navçeya Çinarê ya HÜDA PARê Hat Lidarxistin
Êşa ku di êrîşên li ser dibistanan de hatiye jiyîn êşa hemû Tirkîyeyê ye