Mesûr Barzanî:“Em ê hewl bidin da ku Enfal di qada navneteweyî de wek cînosayîdê bê nasîn"

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî ji ber salvegera qetlîama Enfalê peyamek belav kir.

Barzanî di peyama xwe ya ku belav kir de destnîşan kir Hikûmeta Herêma Kurdistanê hewl dide da kxu Enfal di qada navneteweyî de wek komkujî û cînosayîdê bê nasîn û ew ê vê hewla xwe bidomînin.

Temamê peyama Mesrûr Barzanî bi vî awayî ye:

“Îro 32 sal bi ser mezintirîn pêla jenosoid kirina gelê Kurdistanê re derbaz dibe, ku pişkek bû ji zincîre pêlên jenosoîd kirinan û armanc jî nehêlan û jinav birina nasname ya neteweyî ya Kurd û gelê Kurdistanê bû.

Bîranîna wan tawanên mezin, ku li beranber xelkê Kurdistanê û li ber çavên cîhanê hatin encamdan û bi hezaran kesên bê tawan têde bûne qurbanî, nabe tenê bîranîneka asayî ya êş û azarên me be, lê divê bi hemû şêweyekê hewla jinav birina wê hizra şovenî û regezperistîyê bihête dan, ku li pişt encamdana tawan û jenosoîda wê Enfalê ye ku piranîya deverên Kurdistanê li xwe girtbû û birîneka kûre di leş û hişê gelê Kurdistanê de û nayê ji bîrkirin.

Hikûmeta Herêma Kurdistanê di demekê de ku dirêjîyê dide hewlên xwe bo bi nêvdewletîkirina kêysa Enfalan û nasandina wê bi cînosayid, berdewam jî li xema baştirkirina jîyan û guzeranên malbatên şehîdan û kesûkarên qurbanîyên şalawên cînosayida Enfalê ye, ku pêwîste dewleta Iraqê berpirsîyarîya destûrî û sincî ya xwe li qerebûkirina evan tawanên mezin  bixe di stûyê xwe de û diltenahîyê bide ji dûbarenebûna wan di ayînde de.”

ÎLKHA

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Mîtîngê Mewludê Nebî yo ke bi temayê 'Serekê Wehdet û Xelasiyê Hazretê Muhemmed' viraziya, bi mesajê muhîman peynî gırewt
Dema Misilman bibin yek, cîhan nikare li pêşiya me bisekine
Yekîtî bi gotinan nabe; divê em dev ji îxtîlafên dîrokî berdin
Mêvanên ku beşdarî mîtînga Mewlûda Nebî bûn hatin nasandin
Wehdet ew e ku Ummeta Îslamî xurt dike