Mînîbûsek ku karkerên findiqê yên demsalî hildigirt, li qamyonetekê qelibî: 23 birîndar

Li navçeya Şebînkarahîsar a Gîresûnê, mînîbûseke ku karkerên findiqê dibir Meletîyê, li qamyoneteke ji aliyê dijber ve dihat qelibî û 23 kes birîndar bûn.

Qeza, li ser rêya Şebînkarahisar-Derelî, li cihê Deliklitaş a gundê Şaplica pêk hat.

Li gorî agahiyan, mînîbûsek ku karkerên findiqê yên demsalî hildigirt û I.T. diajot, li qamyonetek ku F.O diajot ji aliyê dijber ve dihat qelibî. Ji ber lêdanê qamyonet li kêleka rê wergeriya.

Piştî xeberdayînê ji herêmê re ekîbên tenduristî û cendermeyê hatin sewqkirin.

23 kesên ku di qezayê de birîndar bûn, tevî ajokarên ku li cihê bûyerê birîndar bûn, piştî midexeleya ewil a li cihê bûyerê, ji Nexweşxaneya Dewletê ya Şebinkarahisarê re hatin rakirin.

Tê ragihandin ku rewşa tenduristiya birîndaran baş e, û derbarê qezayê de tehqîqat hatiye destpêkirin. (ÎLKHA)

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Diyarbekir de 145 kesê ke geyrayêne ameyê girewtene
Ziyarêtkar cezayê dixwin, esnaf muşteriyan winda dikin
Gelo bandora vexwarina çay û qehweyê li ser tenduristiya hestiyan heye?
piştgiriya kelûpelên nivîsgehê da 250 zarokên êtîman
Di 3yemîn salvegera wefata xwe de li ser gora xwe hate bîranîn