Mele Mustafa Durgun di 3yemîn salvegera wefata xwe de li ser gora xwe hate bîranîn

Mele Mustafa Durgun di 3yemîn salvegera wefata xwe de li ser gora xwe hate bîranîn

Mole Mustafa Durgun ku rîspîyek herêmê ye , di sêyemîn salvegera wefata wî de ji hêla şopîner û xwendekarên wî ve li ser gora wî hate bîranîn.

Sê sal li ser wefata Mele Mustafa Durgun derbas bûn, ku tevahiya jiyana xwe ji bo xizmeta Îslamê feda kir û heta wefata xwe li medreseyan xwendekaran perwerde kir.

Mele Durgunê rehmetî, endamê Îttîhadul Ulema ku bi xizmetên xwe yên Îslamî û jiyana xwe ya mînak bi rehmet dihat bîranîn, ji ber pirsgirêkên tenduristiyê yên ku di rojên xwe yên dawî de pê re rû bi rû ma, li Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Gazî Yaşargîl a Dîyarbekirê dihat dermankirin. Durgunê ku temenê xwe yê nêzîkî 74 salan ji bo xizmeta Quranê û perwerdekirina ciwanan feda kir, li nexweşxaneya ku lê dihat dermankirin canê xwe ji dest da.

Di salvegera 3yemîn a wefata Mele Durgun de, xwendekar û hevalên wî li Goristana Nûjen a Yeniköy a li navçeya Rezan a Dîyarbekirê li ser gora wî kom bûn û bernameyek bîranînê li dar xistin.

Bernameya bîranînê ku bi xwendina Yasîn-î Şerîf dest pê kir, axaftineke kurt û hestiyar ji aliyê Mele Mehmet Şenlik, hevkarê nêzîk ê rehmetî ve hate kirin. (ÎLKHA)

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.