Mîrê Qatarê dê ji bo qurbanîyên şewata en-Nuseyrat 2 milyon dolar alîkarî bike

Îsmaîl Henîyyeyê Serokê Şaxa Sîyasî yê Hareketa Berxwedana Îslamîpiştî şewata ku li kampa en-Nuseyratê pêk hat re biMîrê Qatarê Şêx Temîm b. Hamed re hevdîtin kir.

Di hevdîtina ku li ser telefonê hat kiri  de Henîyye  ji Mîrê Qatarê re got ku ji ber şewata ku pêk hat zirareke mezin pêk hat û şehîd û birîndarên wan hene.

Li gorî daxuyanîya ku ji teref  Hamasê ve hat belavkirin Mîrê Qatarê ji Henîyye re teşekkur kir û destnîşan kir ew  ê ji bo qurbanîyên şewata en-Nuseyrat 2 milyon dolar alîkarî bike.

Henîyye ji ber alîkarîya ku dê bê kirin ji Mîrê Qatarê Şêx Temîm b. Hamed re teşekkur kir.

Di encama şewata ku li kampa en-Nuseyratê derket de 4 jê zarok, 3 jê pîrek tevde 10 kes canê xwe ji dest dan û 14 jê giran 57 kes birîndar bûn.

ÎLKHA

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Riha de qezaya trafikî ya zincîre de 3 kesî birîndar bîyî
Şertên Desmêjê li gorî Mezhebê Şafiî
Di qrîza dil de deqîqeyên pêşî jiyanê difilitînin!
Hejmarê şehîdên li Xezzeyê gihîşt 73 hezar û 462 kesan
Sîyaset ji bo xizmetkirina milet û bidestxistina riza Xwedê amûrek e