Morales ji Bolîvyayê veqetîya

Serokê Dewleta Bolîvyayê Evo Morales piştî ku ji wezîfeya xwe îstîfa kir re ji welêt veqetîya û çû Meksîkayê.

Hat ragihandin Serokê Dewleta Bolîvyayê Evo Morales piştî ku ji wezîfeya xwe îstîfa kir re ji welêt veqetîya û çû Meksîkayê. Li gorî agahîyên ku hatine wergirtin teklîfa strînê ji teref Meksîkayê ve li Morales hatiye kirin û ew jî vê teklîfê qebûl kiriye.

Morales derbarê mijarê de ji ser medyaya civakî daxuyanîyek belav kir.

Morales di daxuyanîya xwe ya ku belav kir de wisa got: “Ez diçim Meksîkayê. Ez ji wan birayên xwe yên ku ji bo rizgarkirina me hewl dan re teşekur dikim. Ji ber sedemên siyasî ez ji welêt vediqetim. Ev yek min xemgîn dike. Lê belê ez ê bi şikleke qewettir vegerim.”

ÎLKHA

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Ramazan Tekdemir bawerî nû kir
Weqfa Êtîman li Xezzeyê ji bo pitikan kampanyaya mamayê da destpêkirin
Li Şemrexê qezaya trafîkê: 4 birîndar
Nisêbîn de otomobilo ke park biyo de adır veşayo
Li Amedê kêmasiya sanayiyê di navçeyên biçûk de ji welatiyan re lêçûna zêde tîne