Muhammed Dahlan hat têxistin “kategorîya sor”

Wezareta KarênHundir ê Tirkîyê Muhammed Dahlan têxist “kategorîya sor a lîsteya kesên ku ji terorê tên lêgerîn.”

Ji teref Wezareta Karên Hundir ve Muhammed Dahlan hat têxistin “kategorîya sor a lîsteya kesên ku ji terorê tên lêgerîn.”

Derbarê mijarê de ji teref Wezareta Karên Hundir ve daxuyanîyek hat belavkirin.

Di daxuyanîya ku hat belavkirin de derbarê mijarê de hat diyarkirin;digel “Muhammed Dahlan” 9 endamên rêxistinê hatin têxistin lîsteya kesên ku ji terorê tên lêgerîn.

Suleyman Soyluyê Wezîrê Karên Hundir di daxuyanîya xwe ya ku berî niha belav kiribû de destnîşan kiribû: “Em derheqê Dahlan de xebatekê dikin, ew ê bê têxistin lîsteya sor.”

Dahlan kî ye?

Dahlanê ku wek “Qatilê bi kirê” yê Rojhilata Navîn  tê binavkirin tê diyarkirin di pey kuştina Yaser Arafatê lîderê El Fetîh de heye.

Navê Dahlan di wê dorpêça ku li Misir û Qatarê tê sepandin de û di wan êrîşên xwîndar ên ku li Yemenê tên kirin de jî derbas dibe.

Her wisa tê diyarkirin Dahlan desteke maddî daye FETOyê ku teşebûsî darbê kir.

ÎLKHA

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Riha de qezaya trafikî ya zincîre de 3 kesî birîndar bîyî
Şertên Desmêjê li gorî Mezhebê Şafiî
Di qrîza dil de deqîqeyên pêşî jiyanê difilitînin!
Hejmarê şehîdên li Xezzeyê gihîşt 73 hezar û 462 kesan
Sîyaset ji bo xizmetkirina milet û bidestxistina riza Xwedê amûrek e