Muqteda es-Sadr: Ji bo parastina Iraqê amade bin

Muqteda es-Sadrê Serokê Harekata Sadr piştî ku Fermandarê Hêzê Qudsê Qasim Sileymanî hat qetilkirin re bang ku Artêşa Mehdî û Tuxaya Yewm el-Mewûd kir da ku ji bo parastina Iraqê amade bin.

Vê şeveqê Amerîka bi mûşekan êrîş bir li ser kerwana Haşdî Şabî ya li Balafirgeha Baxdayê ya Navneteweyî.

Di encama êrîşa Amerîkayê de Qasim Suleymanîyê Fermandarê Hêzên Qudsê ya ku girêdayê Muhafizên Şoreşa Îranê û Alîkarê Serokê Haşdî Şabî Ebu Mehdî El Muhendis canê xwe ji dest dan.

Piştî vê êrîşa ku ji teref Amerîkayê ve hat lidarxistin re ji teref Muqteda es-Sadrê Serokê Harekata Sadr ve daxuyanîyek hat belavkirin.

Sadr di daxuyanîya xwe ya ku belav kir de derbarê mijarê de destnîşan kir: “ Ji ber şeahdeta Qasim û Sileymanîyê mucahîd û  kesên pê re ez serxweşîyên xwe ji bo meqamên dînî yên Îranê, hikûmet û xelkê Îranê re tînim zimên.  Hedefgirtina Sileymanî, hedefgirtina  rihê şoreş, muhalefet û cîhadê ye Encax ew ê ev yek ezm û micadeleya me bi dawî neke. Ez bang li Artêşa Mehdî û Tuxaya Yewm el-Mewûd dikim da ku ji bo parastina Iraqê amade bin.”

ÎLKHA

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Ramazan Tekdemir bawerî nû kir
Weqfa Êtîman li Xezzeyê ji bo pitikan kampanyaya mamayê da destpêkirin
Li Şemrexê qezaya trafîkê: 4 birîndar
Nisêbîn de otomobilo ke park biyo de adır veşayo
Li Amedê kêmasiya sanayiyê di navçeyên biçûk de ji welatiyan re lêçûna zêde tîne