Mûhammed Mûrsî bi hilbijartinên hiqûqî û adil bû serekcimhûr. Feqet dost û dilxwazin rojava û emperyalîstan, alîgir û teqîbkerên rejîma kevn ya dîktatoriyê, ji Mûhammed Mûrsî û ji xebatên cemiyeta Îxwanul Mûslîmîn pir aciz in. Ji lew li ber siyaseta Mursî mixalefetê dikin, protestoyan li dar dixin.
Terefdarên rejîma kevn yên di emniyet û yargiyê de, kesên li hundir û derve yên ku menfîeta wan zirar dibîne, li hember Mûrsî bûne destbirakê hevûdin û dixwazin Mûrsî îstîfa bike, ordî dest bavêje îdareyê. Welatên rojava dixwazin li welatê mislumanan her wiha li Misrê pevçûnên mezheban pêk bînin, kaosê derînin. Ji lew ji bo rewşa Misrê xerabiyan dikin.
Li ser hadîseyan serekcimhûr Mûrsî xîtabî xelkê kir û da zanîn ku ji bo parastina meşrûiyeta xwe, ji mirinê natirse. Mûrsî xwest ku ordî ultîmatoma xwe vekişîne. Serekcimhûrî beyan kir ku wê xwe li ber tu hêzên hundir û derveyî netewîne.
Hat gotin ku aligirên rejîma kevn, li Kahîreyê êrîş birin ser xwendekaran. Di hadîseyên navbera ciwanên musluman û protestovanên mixalîf de, bi kêmanî 18 kes hatin kuştin, 200 kes jî birîndar bûn. Tê îddîakirin ku mixalîfan û hinek polîs bi sîlehên otomatîk êrîşî xwendekaran kirine.