Nasrallah: Dema ku tabûtên leşkeran li ser hev kom bûn ew ê Trump fam bike ku têk çûye

Lîderê Hîzbullaha Libnanê Hesen Nasrallah destnîşan kir, piştî ku General Qasim Silêmanî hat qetilkirin re li herêmê qonaxeke nû dest pê kir û got: “Dema ku tabûtên leşkeran li ser hev kom bûn ew ê Trump fam bike ku têk çûye.”

Nasrallah ji bi hezaran kesên ku li Beyrûda paytexta Libnanê ji bo Qasim Silêmanî bi bîr bînin kom bûbûn re xîtab kir. Nasrallah di axavtina xwe ya ku kir de soza xwe ya tolhildanê dubare kir.

Nasrallah di berdewama axavtina xwe de diyar kir divê Rojhilata Navîn ji leşkerên Amerîkayê bê paqijkirin û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “Dema ku tabûtên leşkeran li ser hev kom bûn ew ê Trump fam bike ku têk çûye. Baregahên Amerîkayê, keştîyên şer û leşkerên Amerîkayê di hedefa me de ne.”

ÎLKHA

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Ramazan Tekdemir bawerî nû kir
Weqfa Êtîman li Xezzeyê ji bo pitikan kampanyaya mamayê da destpêkirin
Li Şemrexê qezaya trafîkê: 4 birîndar
Nisêbîn de otomobilo ke park biyo de adır veşayo
Li Amedê kêmasiya sanayiyê di navçeyên biçûk de ji welatiyan re lêçûna zêde tîne