Nasrallah: “Êdî xeta me ya sor tune ye”

Hesen Nasrallahê Lîderê Hîzbûllaha Libnanê destnîşan kir “Ew rageşîya ku di navbera wan û çeteya terorê ya siyonîstan de rû da heyameke nû daye destpêkirin û di vê heyamê de êdî ji bo Hîzbûllah xeta sor tune ye.”

Hesen Nasrallahê Lîderê Hîzbûllaha Libnanê di weşana zindî ya televîzyonê de derbarê rageşî û geşedanên ku di van çend rojên dawî de pêk hatin de nirxandinan kir.

Nasrallah di nirxandina xwe ya ku kir de destnîşan kir armanca wan a niha daxistina xwarê ya balafirên bê însan ên siyonîstan ên ku sînora Libnanê îhlal dikin e û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “Ew rageşîya ku di navbera wan û çeteya terorê ya siyonîstan de rû da heyameke nû daye destpêkirin û di vê heyamê de êdî ji bo Hîzbûllah xeta sor tune ye.”

Nasrallah di berdewama axavtina xwe de diyar kir ew çalakîya Hîzbûllah a ku roja yekşemê hat kirin vê peyamê daye siyonîstan “Ger tu êrîşî me bikî ew ê sînorên te, leşkerên te û wargehên te tev di xeterê de bin.”

ÎLKHA

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Ramazan Tekdemir bawerî nû kir
Weqfa Êtîman li Xezzeyê ji bo pitikan kampanyaya mamayê da destpêkirin
Li Şemrexê qezaya trafîkê: 4 birîndar
Nisêbîn de otomobilo ke park biyo de adır veşayo
Li Amedê kêmasiya sanayiyê di navçeyên biçûk de ji welatiyan re lêçûna zêde tîne