Nasrallah: Em ê teqez bersivê bidin êrîşa siyonîstan

Hesen Nasrallahê Rêberê Hîzbullahderbarê li başûrê Bêrûtê ketina 2 balafirên bê însan ên aîdî siyonîstên terorîst in de destnîşan kir: “Em ê teqez bersivê bidin êrîşa siyonîstan.”

Doh li başûrê Beyrûda paytexta Libnanê 2 balafirên bêînsan ên ku aîdî siyonîstên terorîst û îşxalker in ketina xwarê.  Ji teref Hesen Nasrallahê Rêberê Hîzbullah ve derbarê li başûrê Bêrûtê ketina 2 balafirên bê însan ên aîdî siyonîstên terorîst in de daxuyanîyek hat dayîn. Nasrallah di daxuyanîya ku belav kir de destnîşan kir : “Em ê teqez bersivê bidin êrîşa siyonîstan.”

Nasrallah di berdewama axavtina xwe ya ku di televîzyonê de kir de destnîşan kir “Balafirên ku  ketine xwarê ji bo sûîqestan wezîfedar bûn.. Ew rewşa ku rû da geşedaneke pir xeternak e. Em ê teqez bersivê bidin vê êrîşê. Bila tu kes zen neke ku ew di ewlehîyê de ne. Em ê bes ne ji bakûr ji her derî bersiv bidin vê êrîşê. Dibe ku îro be û dibe ku piştî 2-3 rojan be.”

ÎLKHA

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Li xaniyên TOKÎ yên Farqînê mexduriyet mezin dibe
Li Dêrikê jina ku ceryanê pê girt jiyana xwe ji dest da
Ji tirî dims, bastêq û bennîyê bi gûz tê çêkirin
Şehîd Abdusselam Îrdem li ser gora xwe hat bîranîn
Hejmara qurbaniyên ji ber lehiyê gihîşt 8 kesan