Nêçîrvan Barzanî: Doza Kurd li navçeyê pirseke mezin e û çareserkirina wê beşeke giring e

Serokê Herêma Kurdistanê îro beşdarî duyemîn roja Dîdara Aştî û Asayiş li Rojhilata Navîn a Zanîngeha Amerîkî-Kurdistan li Duhokê bû û ragihand, “Doza Kurd pirseke mezin e li navçeyê û çareserkirina wê beşeke giring a pêkanîna aştiyê ye."

Serokê Herêma Kurdistanê îro beşdarî duyemîn roja Dîdara Aştî û Asayiş li Rojhilata Navîn a Zanîngeha Amerîkî-Kurdistan li Duhokê bû û di gotarekê de ragihand, “doza Kurd pirseke mezin e li navçeyê û çareserkirina wê beşeke giring a pêkanîna aştiyê li navçeyê ye.”

Serokê Herêma Kurdistanê, Nêçîrvan Barzanî di destpêka gotara xwe de spasî û destxweşî li hemû wan kesan kir, ku di sazkirina vê konferansê de li Duhokê beşdar bûne û bi xêr hatina mêvanên derve kir.

Nêçîrvan Barzanî ragihand, asayiş û aştî li Rojhilata Navîn mijarên gelek giring ên navçeyê û cîhanê ne û diyar kir: “Pirsgirêkên Rojhilata navîn ne tenê asayiş û pêwendiyên welatên navçeyê tûşî krîzê kiriye, lê belê bûne metirsî û gef bo ser aştî û berjewendiyên welatên mezin û cîhanê jî.”

Di berdewamiya axavtina xwe de, Nêçîrvan Barzanî amaje bi rewşa navçeyê kir û got: “Tişta ku li navçeyê çêdibe, encama şaşî û kombûna pirsgirêkên berê û nexşeya jeosiyasî ya piştî şerê cîhanî yê yekem e ku komek kêşeyên siyasî li navçeyê bêçareser hîşt û ji wan jî doza Kurd.”

Nêçîrvan Barzanî derbarê Doza Kurd de jî destnîşan kir, ku “Doza Kurd pirseke mezin e li navçeyê û çareserkirina wê beşeke giring a pêkanîna aştiyê ye li navçeyê.”

ÎLKHA

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Qezay Farqîni de vewr varena
Rêyên 304 gundan hatin girtin
Weqfa Êtîman li Xezzeyê sifreyên fitarê vala nahêle
Mijara kêmbûna veberhênana pîşesaziyê ji bo bakur anî Meclîsê
Zêdetirî 20 kes ji dûmanê tesîrdar bûn