Nêçîrvan Barzanî û Berhem Salih rewşa Iraq û Herêma Kurdistanê gotûbêj kirin

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û Serokomarê Iraqê Berhem Salih li bajarê Silêmaniyê civiyan û rewşa siyasî, pêngavên piştî pêkanîna hikûmeta nû ya Iraqê û pêwîstiya çareserkirina krîzan gotûbêj kirin.

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî doh duşema 11ê Gulanê serdana bajarê Silêmaniyê kir û bi Serokomarê Iraqê Berhem Salih re civiya.

Di civînê de herdu aliyan behsa pêşhatên siyasî yên Iraqê kirin û bi giringî ve tekezî li ser pêwîstiya çareserkirina krîz û nakokiyan, bi arasteya dabînkirina aramiyê û awirdana li jiyan û debara hemwelatiyên tevahiya navçeyan û yên Herêma Kurdistanê kirin.

Di civînê de bi giringî ve behsa pêkanîna hikûmeta nû ya Iraqê ya bi serokatiya Mistefa Kazimî hat kirin û herdu aliyan tekezî li ser piştevanî û hevahengiya li gel hikûmeta federal kirin, ji bo derbaskirina krîzan û karkirina ji bo dabînkirina debar û tendirustiya hemwelatiyan, herwiha ji bo têkbirina paşmayiyên terorê û istiqrara ewlehiyî li hemû navçeyên Iraqê.

Serokê Herêma Kurdistanê û Serokomarê Iraqê, di civîna xwe de, behsa çareserkirina pirsgirêkên navbera Iraqê û Herêma Kurdistanê li gor destûrê û bi taybet jî pirsa bûdce û mûçeyên fermanberan jî kirin.

Nêçîrvan Barzanî û Berhem Salih pêwîstiya yekrêziyê û aramkirina aloziyan li Iraqê jî gotûbêj kirin, bi awayekê ku hemû hêz û şiyan ji bo dabînkirina aramî û debara xelkê û encamdana reformên bingehîn bêne terxankirin û li şûna nakokî û rikeberiyên biçûk, li gor destûrê xizmeta xelkê û daxwazên wan were kirin.

Serokê Herêma Kurdistanê û Serokomarê Iraqê tekezî li ser yekrêzî û tifaqa li Herêma Kurdistanê kirin, bi corekê ku hemû alî dûr ji aloziyan, şiyanên xwe bo bersivdan û dabînkirina pêwîstiya hemwelatiyan û dabînkirina debara jiyanê bo wan û istiqrara siyasî û emnî terxan bikin.

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

7 bajaran de semedê vevri ra mektebî amê tatîl kerdene
Licê de semedê variti ra çay deşti
Çavgirtina ji hilweşîna exlaqî re di ​​bin navê azadiyê de bêmesulî ye
Şehîdê Quranê Nesîm Demîrtaş li ser gora xwe hat bîranîn
Me nerînên xwe yên derbarê raporê de ji Serokkomar Erdogan re ragihandin