Neteweyên Yekbûyî: Hejmara kesên ku ji Îdlîbê koç dikin 800 hezarî derbas kir

Li herêmê koça ku ji ber êrîşa Rûsya û rejîma Surîyê dest pê kir berdewam dike.

Derbarê koça ku ji ber pevçûn û êrîşan berdewam dike de ji teref Buroya Alîkarîya Însanî ya Neteweyên Yekbûyî ve daxuyanîyek hat belavkirin.

Di daxuyanîya ku hat belavkirin de derbarê mijarê de hat diyarkirin; li herêmê koça ku êrîş ji wan re bûne sedem her ku diçe zêdetir dibin ku ji meha kanûnê vir ve 800 hezar kes ji herêmê koç kirin ku ji sedî 60ê van kesên ku koç kirine zarok in.

Dawîd Swansonê Berdevkê Buroya Alîkarîya Însanî ya Neteweyên Yekbûyî  diyar kir, li herêmê rewş her ku diçe nebaştir dibe ku ji ber vê yekê sîwîl ji bo neyên dîtin û hedefgirtin exlebe koça xwe didomînin û hewl didin ji Îdlîbê dûr kevin.

ÎLKHA

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Ramazan Tekdemir bawerî nû kir
Weqfa Êtîman li Xezzeyê ji bo pitikan kampanyaya mamayê da destpêkirin
Li Şemrexê qezaya trafîkê: 4 birîndar
Nisêbîn de otomobilo ke park biyo de adır veşayo
Li Amedê kêmasiya sanayiyê di navçeyên biçûk de ji welatiyan re lêçûna zêde tîne