Neteweyên Yekbûyî: Ji bo Mislimanên Rohîngyayî tehdîda qirkirinê berdewam dike

Li gorî raporta Neteweyên Yekbûyî niyeta qirkirinê ya çeteyên Budîst a li hember 600 hezar Mislimanên Rohîngyayî berdewam dike.

 Ji teref Neteweyên Yekbûyî derbarê Mislimanên Rohîngyayî yên ku bi zilm û wehşeta çeteyên Budîst û artêşa Myanmarê re rûbirû mane de raportek hat amadekirin.

Di raporta ku ji teref Neteweyên Yekbûyî ve hat amadekirin de derheqê mijarê de hat diyarkirin; niyeta qirkirinê ya çeteyên Budîst a li hember 600 hezar Mislimanên Rohîngyayî berdewam dike.

Di berdewama raportê hat diyarkirin hewl tê dayîn ew delîlên jenosîd û qirkirinê  ji holê bê rakirin û dû re derbarê vegerandina Mislimanên Rohîngyayî ji Bangledeşê bo Myanmarê de wiha hat diyarkirin; li gor şert û mercên niha ne mimkûn e ew vegerin.

ÎLKHA

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Di guhertina werzê de li hemberî rîska krîza dil baldar bin!
Diyarbekir de Fuarê Tarım u Heyvancılıği be tamonê mehalliyi xemıliyeno
Li Diyarbekirê Pêşangeha Çandinî û Sewalkariyê deriyên xwe vekir
Coşa Mewlûda Nebî li Wan, Edene û Stenbolê jî berdewam dike
Di lêpirsîna dibistana ku qetlîam lê hat kirin de dayîk jî hate girtin