Neteweyên Yekbûyî: Sala borî 10 hezar kesên sîwîl an hatin kuştin an jî birîndar bûn

Hewl tê dayîn da ku tundîya li Efxanistanêya ku berdewam dike berîya peymana aştîya ya ku tê diyarkirin di navbera Talîban û Amerîka de bê îmzekirin, bi dawî bibe.

Di raporteke ku îro ji teref Neteweyên Yekbûyî ve hat belavkirin de hat destnîşankirin; di sala 2019an de li Efxanistanê 10 hezar kesên sîwîl an hatin kuştin an jî birîndar bûn.

Li gorî raportê de di 10 salên dawî de hejmara kesên sîwîl ên ku canê xwe ji dest dan li Efxanistanê derket li ser 100 hezar kesan.

Dîsa di raporta ku hat belavkirin de hat diyarkirin di sala 2019an de 3 hezar û 403 kesên sîwîl hatin kuştin û 6 hezar û 989 kesên sîwîl jî birîndar bûn.

Tadamichi Yamamotoyê Temsîlkarê Efxanistan ê Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî  bi daxuyanîya ku belav kir bang li terefên ku pev diçin kir û ji wan xwest ku demildest dawî li şer û pevçûnê bînin.

ÎLKHA

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Ramazan Tekdemir bawerî nû kir
Weqfa Êtîman li Xezzeyê ji bo pitikan kampanyaya mamayê da destpêkirin
Li Şemrexê qezaya trafîkê: 4 birîndar
Nisêbîn de otomobilo ke park biyo de adır veşayo
Li Amedê kêmasiya sanayiyê di navçeyên biçûk de ji welatiyan re lêçûna zêde tîne