Nûnera Neteweyên Yekbûyî:Em piştgîriyê li berdewamiya danûstandinên Hewlêr û Bexdayê dikin

Nêçîrvan Barzanîyê Serokê Herêma Kurdistanê pêşwaziya Jeanine Plasschaerta Nûnera Taybet a Sekreterê Giştî yêa Neteweyên Yekbûyî li Iraqê kir.

Di civînê de peywendiyên Hewlêr – Bexda û guftûgoyên çareserkirina kêşeyên di navbera wan nirxandin ku têda Plasschaert piştgîriya Neteweyên Yekbûyî ya ji bo berdewamiya guftûgoyên her du aliyan dûpat kir û ragihand: “Her du aliyan han didîn li guftûgo û hewldana ji bo gihîştina bi çareseriyê de, berdewam bin. Ji aliyê xwe ve Serok Nêçîrvan Barzanî dûpat kir ku Herêma Kurdistanê ji bo hemû çareseriyek li ser bingeha destûrê amadeye.”

Di beşeke din ê civînê de her du aliyan behsa pêşhatên dawî ya belavbûna pejika virusa corona li Iraq û Herêma Kurdistanê kirin û tîşk xistin li ser encamên wê yên hemû aliyan û rêkar û hengavên rûbirûbûna pejikê kirin.

ÎLKHA

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

7 bajaran de semedê vevri ra mektebî amê tatîl kerdene
Licê de semedê variti ra çay deşti
Çavgirtina ji hilweşîna exlaqî re di ​​bin navê azadiyê de bêmesulî ye
Şehîdê Quranê Nesîm Demîrtaş li ser gora xwe hat bîranîn
Me nerînên xwe yên derbarê raporê de ji Serokkomar Erdogan re ragihandin