Parlementerê Îranî ji ber coronavîrusê canê xwe ji dest da, meclîs hat tatîlkirin

Muhammed Alî Reemzanîyê ku di hilbijartinên meclîsê ya heyama 11emîn de bû parlementer ji ber coronavîrusê canê xwe ji dest da.

Kîyanuş Cîhanpurê Serokê Yekîneya Pêwendîyên Bi Gel û Ragihandinê yê Wezareta Tenduristîyê yê Îranê derbarê mirinên ku coronavîrusê ji wan re bûye sedem de daxuyanîyek belav kir.

Kîyanpur di daxuyanîya xwe ya ku belav kir de destnîşan kir Muhammed Alî Reemzanîyê ku di hilbijartinên meclîsê ya heyama 11emîn de bû parlementer ji ber coronavîrusê canê xwe ji dest da ku bi vê mirina dawî hejmara kesên ku ji ber coronavîrusê canê xwe ji dest dan li Îranê derket 34an.

Kîyanpur di berdewama daxuyanîya xwe de diyar kir hejmara kesên ku bi wan re coronavîrus hatiye tespîtkirin jî derketiye 388an.

Berdevkê Lijneya Serokatîya Meclîsa Şûraya Îslamî yê Îranê Esedullah Abbasî jî destnîşan kir ji ber coronavîrus meclîs hatiye tatîlkirin.

ÎLKHA

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Mêrdîn de Karwanê Hêvî ra deyrê keyan rê desteka qirtasiye
Îsot û balîcanên ji bo zuhakirinê li ser dezgehan cihê xwe girtin
Li Sêrtê pirsgirêkên bajêr guhdarî kir
Li Pira Mala Badê qeza: 7 birîndar
Li navçeya Nisêbîn a Mêrdînê 3 roj in protestoya qutbûna ceryanê tê lidarxistin