PDK: PKK û aliyên din ên çekdar bila şer û çalakiyên xwe veguhêzin meydana xwe ya rasteqîn

Partîya Demokrast a Kurdistanêbi daxuyanîya ku belav kir ji operasyona ku li HerêmaKurdistanê berdewam dike re nerazîbûnên xwe anî zimên.

Di daxuyanîya ku hat belavkirin de hat diyarkirin: "PKK û aliyên din ên çekdar nikaribin pêbendî biryar û hikumraniya Herêma Kurdistanê bin, bila şer û çalakiyên xwe veguhêzin meydana xwe ya rasteqîne û êdî nebin cihê gef û malwêraniyê ji welatiyên Herêma Kurdistanê re."

Temamê metna daxuyanîyê ya ku ji teref Partîya Demokrat a Kurdistanê ve hatiye belavkirin wisa ye:

Bo raya giştî

Em gelekî nîgeran in li hember girjî û pêşhat û operasyona serbazî û topbaran û bombebaranên Tirkiye û Îranê li ser xaka Herêma Kurdistanê, ku bûye sedema tirsê li cem sivîlan û nearamiyê li navçeyên sînorî yên Herêma Kurdistanê çêkirine.

Ev mijar nenû ye û ji salên bûrî ve dubare dibe. Hemû caran û vê carê jî me axaftin bi aliyên pêwendîdar ên herdu welatan kiriye û me nîgeraniya xwe gihandiye wan.

Wan jî tekezî li ser wê kirine, ku ti cure dijayetiya wan li hember Herêma Kurdistanê tune ye û sedema bombebaranê jî, hebûna hêzên çekdar ên opozîsyona Kurdî li nava xaka Herêma Kurdistanê ne û karên serbazî li dijî Îran û Tirkiyê encam didin.

Niha PKKê li nava nêzîkî 500 gundên Herêma Kurdistanê ye û me çavê xwe jê girtiye, lê heger ev rewş berdewam be, bi sedema bombebaranan ziyanên mezin digihin Herêma Kurdistanê û cihên din ên Herêma Kurdistanê jî dikevin bin metirsiyê.

Pêwîst e tevahiya aliyan wê yekê fêm bikin ku xebat û hikumranî bi mozeyadat û siyaseta neberpirsiyane nabe. Ji ber wê, me berê jî gotiye û niha jî dibêjin, em ji bo çareserkirina pirsa Kurdî, ligel xebata siyasî û riyên aştiyane ne li perçeyên din û heger PKK û aliyên din ên çekdar nikaribin pêbendî biryar û hikumraniya Herêma Kurdistanê bin, bila şer û çalakiyên xwe veguhêzin meydana xwe ya rasteqîne û êdî nebin cihê gef û malwêraniyê ji welatiyên Herêma Kurdistanê re."

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Vakfê Yetiman ra seba aktiviteyê mewlidi dawet
Qada ku ji bo çalakiya Mewlûda Nebî hatî amadekirin, li benda evîndarên pêxember e
Li Çinarê birûsk ket: 1 birîndar
5emîn Kongreya Asayî ya Teşkilata Navçeya Çinarê ya HÜDA PARê Hat Lidarxistin
Êşa ku di êrîşên li ser dibistanan de hatiye jiyîn êşa hemû Tirkîyeyê ye