PDK, YNK û Goran civiyan û daxuyaniyek belav kirin

Doh bi serokatiya Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK), Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) û Tevgera Goranê ya li Hewlêrê civiyan

Di civîna ku hat kirin de her sê partîyan biryar dan ku şandeke siyasî û hikûmî ji Herêma Kurdistanê biçe Bexdayê,ji bo çareserkirina pirsgirêkên di navbera Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Iraqê de.

Di civînê de biryar hat dayîn ku di demeke herî nêz de şandeke pilebilind a siyasî û hikûmî ya Herêma Kurdistanê serdana Bexdayê bike ji bo gotûbêjên ligel Hikûmeta Federal a Iraqê û aliyên Iraqî ji bo gihiştina rêkeftinê û çareserkirina kêşeyên hilawestî, bi taybetî maf û heqên darayî yên Herêma Kurdistanê û cîgirkirina wan di projeyasaya budceya 2021ê ya Iraqê de.

Civînê tekez kiriye ku xwepêşandanên şaristanî û dûrî alozî û dûrî êrîşên ser saziyên fermî û malên welatiyan, mafekî rewa ye û aliyên siyasî tekezî li berpirsyariya hevbeş kirine ji bo berjewendiyên bilind ên welatiyan di derbasbûna rewşa nexwestî ya Herêma Kurdistanê de, çareserkirina kêşe û qeyranan, rûbirûbûna astengiyan û parastina qewareya Herêma Kurdistanê di çarçoveya destûrê de.

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Ji bo parastina tenduristiya piştê divê mirov bala xwe bide çi?
Erşîrkerdo ke lîseya Sêwrege de bi sîlihan 16 kesî birîndar kerdibi, xo kîşt
Ji İTTİHADUL ULEMAyê daxuyaniya piştgiriyê bo çalakiya Mewlûda Nebî
16 kes birîndar bûn
Ji qeşaya çandiniyê, berf û bahozên tozê haydar bin