Pêla duyemîn a Coronayê dibe ku bibe sedema gelek mirinan

Rêxistina Tenduristîyê ya Cîhanê derbarê belavbûna Coronavîrusê de daxuyanîyek belav kir.

Di daxuyanîya ku hat belavkirin de hat destnîşankirin, Coronavîrisa ku li Wuhana Çînê derket holê û belavî temamê dinyayê bû dibe ku tesîra xwe ji nişka ve zêde bike û bibe sedema mirinên ne dihisabê de.

Di berdewama daxuyanîyê de hat destnîşankirin, ger hejmara pêketîyan ji nişka ve zêde bibin dibe ku hejmara mirîyan jî ji nişka ve zêde bibin.

Ji ber Coronavîrusê li tevahîya cîhanê heta niha milyonek û 96 hezar û 962 kes canê xwe ji dest dan.

 Mirinên ku ji ber Coronavîrusa ku li Wuhana Çînê derket holê û di demeke kurt de belavî temamê dinyayê bû pêk tên her ku diçin zêdetir dibin.

Li gorî agahîyên ku hatine wergirtin  hejmara kesên ku ji ber vîrusê canê xwe ji dest dane derket milyonek û 96 hezar û 962 kesî û hejmara kesên pêketî jî derket  38  milyon  û  752 hezar û 973 kesan.

Mirinên herî zêde yên ji ber Coronavîrusê heta niha li Amerîkayê pêk hatin. Li gorî daneyên dawî hejmara mirîyan li Amerîkayê derketiye li ser 221 hezar kesî.(ÎLKHA)
 

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Vakfê Yetiman ra seba aktiviteyê mewlidi dawet
Qada ku ji bo çalakiya Mewlûda Nebî hatî amadekirin, li benda evîndarên pêxember e
Li Çinarê birûsk ket: 1 birîndar
5emîn Kongreya Asayî ya Teşkilata Navçeya Çinarê ya HÜDA PARê Hat Lidarxistin
Êşa ku di êrîşên li ser dibistanan de hatiye jiyîn êşa hemû Tirkîyeyê ye