Piştî 5 salan ji bo lawê xwe yê ku hatibû revandin dîsa dest bi çalakîyê kir

Mehmet Tokayê ku di sala 2014an de ji bo lawê xwe yê ku ji teref PKKê ve hatibû revandin li Diyarbekirê bi mehan çalakî li dar xistibû piştî 5 salan cardin dest bi çalakîyê kir.

Hejmara malbatên ku  zarokên wan hatine revandin li serê çiyê û li ber avahîya Serokatîya Bajêra Diyarbekirê ya HDPê çalakîyê li dar dixin her ku diçe zêdetir dibe. Îro malbateke din jî beşdarî çalakîyê bû û hejmara malbatan derket 25an.

Mehmet Tokayê ku bavê Omer Tokay e û beşdarî çalakîyê bûye derbarê lawê xwe yê ku hatiye revandin de daxuyanî da, destnîşan kir lawê wî di sala 2011an de ji teref BDPê ve bi hinceta pîknîkê hatiye revandin û dema ku lawê wî hat revandin hêj 14 salî bû.

“Di sala 2014an de me 4 mehan çalakî li dar xist”

Mehmet Tokay di berdewama daxuyanîya xwe de diyar kir ew lawê xwe dixwaze û dû re wiha li axavtia xwe zêde kir: “Dema ku lawê min mekteb dixwand û 14 salî bû ji teref BDPê ve li Şirnexê pîknîk hat tertîpkirin. Ew jî beşdarî wê pîknîkê bû û ma cardin nehat.Em beşdarî wan çalakîyên ku li ber şaredarîyê dihatin lidarxistin bûn û me zarokê xwe teleb kir. Wê demê wî derxistin televîzyonê û wî derheqê çalakîya ku me li dar dixist de dan xeberdan. Li wê derê digot ku wî gelek zêde berîya dê û bavê xwe kiriye. Diyar bû dema ku xeber dida di bin zextê de bû. Di sala 2014an de me 4 mehan çalakî li dar xist. Îro jî ez li vê derê me û li vê çalakîya ku tê lidarxistin rûniştîme.”

ÎLKHA

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Li Çewlîgê qezaya fecî: 2 mirî, 3 birîndar
Sêrt de şiliya veure ra 6 wesayîti qezayê zincirleme de pê ro dıy
3 gumanbar hatin girtin
Li Farqînê piştî barana giran rê û peyarê hedimîn
Ji bo herêmên bakur hişyariya berf û tofanê