Piştî 86 salan li Ayasofyayê nimêja îdê ya ewil hat edakirin

Li Camîya Ayasofyayê ya ku piştî 86 salan heftîya borî roja înê hat vekirin nimêja ewil ya îdê hat edakirin.

Mislimanên kul i Stenbolê û li bajarên derdorê dijîyan ji bo nimêja îda qurbanê bikin berê xwe dan Mizgefta Ayasofyayê.

Ji kesên ku hatin nimêjê re maske, av, seccade û dezenfektan hat belavkirin. Ji ber ku hundirê mizgeftê tije bû bi hezaran kes li hewş û derdora mizgeftê nimêja xwe eda kirin. Miftîyê Stenbolê Prof. Dr. Mehmet Emîn Maşali berîya nimêja îdê dia kir.

Piştî diaya ku hat kirin re Serokê Karên Diyanetê Prof. Dr. Alî Erbaş piştî 86 salan li Ayasofyayê nimêja ewil a îdê da kirin.Dû re xutbeya ku mijara wê Îda Qurbanê bû xwend.

Gelek rayedar, parlementer û walî beşdarî nimêja îdê bûn.

ÎLKHA


































İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Riha de qezaya trafikî ya zincîre de 3 kesî birîndar bîyî
Şertên Desmêjê li gorî Mezhebê Şafiî
Di qrîza dil de deqîqeyên pêşî jiyanê difilitînin!
Hejmarê şehîdên li Xezzeyê gihîşt 73 hezar û 462 kesan
Sîyaset ji bo xizmetkirina milet û bidestxistina riza Xwedê amûrek e