PKKê rayedarekî Mala Êzîdîyan revand

Endamên PKKê Şêx Seîd Dexîl Yusufêberpirsê Mala Êzîdîyan a li Xanesorê revand.

Derbarê mijarê de Seîd Zeroyê berpirsê medyayê yê Mala Êzîdîyan ji K24an re axivî û destnîşan kir; PKKê Şêx Seîd Dexîl Yusufê berpirsê Mala Êzîdîyan a li Xanesorê revand.

Seîd Zero di daxuyanîya xwe de destnîşan kir; PKKyîyan bi hinceta “li dijî hebûna PKKê ya li Şengalê vexwandina xelkê ji bo protestoyan” hatiye revandin.

Zero di berdewama daxuyanîya xwe de destnîşan kir “Em hebûna tu koma ku ne ji Iraqê be li Şengalê qebûl nakin û em ê xwepêşanên xwe bidomînin” Zaro dû re wiha li daxuyanîya xwe zêde kir: “Em ê jî endamên PKKê binçav bikin û em ê destûr nedin hebûna PKKê ya li vê derê.”

ÎLKHA

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Ramazan Tekdemir bawerî nû kir
Weqfa Êtîman li Xezzeyê ji bo pitikan kampanyaya mamayê da destpêkirin
Li Şemrexê qezaya trafîkê: 4 birîndar
Nisêbîn de otomobilo ke park biyo de adır veşayo
Li Amedê kêmasiya sanayiyê di navçeyên biçûk de ji welatiyan re lêçûna zêde tîne