PKK/PJAKê xortekî Kurd qetil kir

Xortekî Kurd ê ku nexwast xeracê bide ji teref PKK/PJAKê ve hat revandin û dû re jî hat qetilkirin.

Zilm û zordarîya PKKyê  hov li 4 parçeyên Kurdistanê bênavber berdewam dike.

PKKê herî dawî xwe li Wanê û Hewramanê nîşan da.

PKKyê ku doh li Wanê 2 karkeran qetil kir vêcarê jî li Hewrama Kurdistana Rojhilat derket holê û xortekî Kurd ê bi navê Soran Ahter Semîr ê ku jê xerac hat xwest û nikaribû bide revand.

Li gorî agahîyên ku hatine wergirtin mîlîtanên PKK/PJAKê, Kurdê bi navê Soran Ahter Semîrê ku nikaribû xeracê bide pêşî revandin û dû re bi 6 guleyan ew înfaz kirin.

Mîlîtanên ku Soran Ahter Semîrî qetil kirin cenazeya wî li nêzî gundê wî danîn.

Mîlîtanên PJAKê nexasim ji wan Kurdên ku li ser sînor kolberîyê dikin xeracê daxwaz dike û kesên ku naxwazin xeracê bidin wan înfaz dikin.

Ji ber înfaza ku hat kirin li ser medyaya civakî ji PKK/PJAKê re bertek hat nîşandan.

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Ramazan Tekdemir bawerî nû kir
Weqfa Êtîman li Xezzeyê ji bo pitikan kampanyaya mamayê da destpêkirin
Li Şemrexê qezaya trafîkê: 4 birîndar
Nisêbîn de otomobilo ke park biyo de adır veşayo
Li Amedê kêmasiya sanayiyê di navçeyên biçûk de ji welatiyan re lêçûna zêde tîne