PKK/PYDê vêcarê gefa mirinê li rojnamegerekê xwar

PKK/PYDyê ku li Kurdistana Sûrîyê wel hêmana xwecihî ya Amerîkayê hereket dike gefa mirinê li rojnamegerekê xwar.

PKK û niçikên wî yên ku asteng dikin rojnameger xeberan amade bikin, li wan herêmên di destên wî de ye îhlalên mafên mirovan didomîne.

Nûçegihana Rûdawê Vîvîyan Fetah di xebereke ku amade kir de ji ber ku ji bo PKK/YPGyîyan peyva “hatin kuştin” bi kar anîn ji teref PKK/YPGê hat hedefnîşandan.

Piştî ku şaxên çapemenîyê yên ku girêdayê PKKê ne Vîvîyan Fetah xistin hedefê re gelek zêde gefên mirinê li nûçegihana pîrek hat xwarin. Nûçegihan Vîvîyan Fetah di daxuyanîya xwe ya ku belav kir de derbarê mijarê de destnîşan kir ew tiştekî xelet nekiriye û ew ê ji ber wê xebera ku amade kiriye ji tu kesî lêborînê nexwaze.

Midûrîya Giştî ya Karên Derve ya Rûdawê derbarê mijarê de daxuyanîyek belav kir. Di daxuyanîya ku hat belavkirin de derbarê mijarê de hat diyarkirinev helwesta PKK/PYDê ne li gorî azadîya çapemenîyê ye û dû re wiha li daxuyanîyê hat zêdekirin: “Ev helwest li dijî têgihiştina nûçegihanîyê  û bi prensîbên rojnamegerîyê re li hev nagere.Ew kesên ku di warê çapemenîyê de xwedî tecrube ne dema ku li rapora ku ji teref Vîvîyan Feta h ve hatiye amadekirin mêze kirin dê fam bikin ku ew gotinên ku nûçegihana me pê tê sûcdarkirin tu eleqeya wan bi şîrove û armancên sîyasî tune ye.”

ÎLKHA

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Li Batmanê du otomobîl serî bi serî li hev ketin: 3 birîndar
Li navçeya Erxeniyê ya Dîyarbekirê, zilamekî piştî nîqaşekê xezûr û bûrayê xwe kuşt
Di qezaya otomobîl û qamyonekê de 2 kes mirin û yek jî bi giranî birîndar bû
Li peravên Îzmîrê 59 koçberên neqanûnî hatin xelaskirin
Li depoya emanet a Dadgeha Dîyarbekirê bi sedan fişek winda bûn