Hat ragihandin Mecnun Akkoyunê ji qatilên Yasîn Boru û hevalên wî yê ku bi cezaya hepsê muebbet dihat darizandin li girtîgeha ku lê dima teşebûsî întîharê kir.
Hat diyarkirin Mecnun Akkoyunê ku li Girtîgeha Girtî ya Tîpa Fyê ya Boluyê dimîne derman xwariye û xwestiye ku întîhar bike.
Li gorî agahîyên ku hatine wergirtin Akkoyun sêşema borî teşebûsî întîharê kiriye, hevalên wî yên ku ji meselê haydar bûne mudaxeleyî kiriye Akkoyun hatiye rakirin nexweşxanê. Tê diyarkirin malbata wî pê re hevdîtin kiriye û ji ber teşebûseke din a întîharê ew hatiye xistin hicreyeke yekkesî.
Akkoyun li salona mehkemê provokartîyê kiribû
Akkoyun di niştina doza Yasîn Boru û hevalên wî yên ku di sala 2016an de hatibû dîtin de provokartîyê kiribû û ji salonê hatibû avêtin.
Akkoyun di parastina xwe ya ku kiribû de destnîşan kiribû: “Ez dewleta Tirk û edaleta wî nas nakim. Ji ber ku ez ê bi şikleke xweser neyêm darizandin ez mahkemeya we jî nas nakim. Dewleta me, hevserokê me yê giştî girt.”
ÎLKHA