PKKyîyên ku mînîbûsê şewitandin hatin girtin

PKKyîyên ku li Diyarbekirê mînîbûsa rêwîyan şewitandibûn di encama operasyona ku hat lidarxistin de hatin girtin.

Hat ragihandin PKKyîyên ku li Diyarbekirê mînîbûsa rêwîyan şewitandibûn di encama operasyona ku hat lidarxistin de hatin girtin.

Berî vê di du rojan li Taxa Huzurevlerîya Kayapinara Diyarbekirê komek PKKyî derdora seat nehê şevê de mînîbûseke rêwîyan a navbajêr sekinandibûn û bi molotofan şewitandibûn.

Li gorî agahîyên ku hatine wergirtin polêsan di bergeha agahîyên ku ji teref Silêma K. ve hatin dayîn de tespît kirin ku kesên ku êrîşê li dar xistine kesên bi navê Zana Ç. û Devrîm A. ye.

Di operasyona ku hat lidarxistin de Zana Ç.(19) dema ku dikir baz bide li ser banê avahîyê hatiye girtin û di encama lêgerîna ku di telefona wî de hatiye kirin de hatiye tespîtkirin ku dîmenên şewitandinê di telefona wî de heye.

Hat diyarkirin qeyda Devrîm A. ji PKKê heye. Hat diyarkirin Zana Ç. bi telefonê li Devrîm A. gerîyaye û ew ê bi çi awayî çalakîyê li dar bixin jê re îzah kiriye.

Di berdewama operasyonên ku hatin lidarxistin de 2 kesên din ên bi navê Silêman K. û Mehmet K. ên ku failên êrîşê bûn hatin girtin.

ÎLKHA

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Li Çewlîgê qezaya fecî: 2 mirî, 3 birîndar
Sêrt de şiliya veure ra 6 wesayîti qezayê zincirleme de pê ro dıy
3 gumanbar hatin girtin
Li Farqînê piştî barana giran rê û peyarê hedimîn
Ji bo herêmên bakur hişyariya berf û tofanê