PKKyîyên ku mînîbûsê şewitandin ji teref kamereyan ve hatin qeydkirin

PKKyîyên li Diyarbekirê mînîbûseke navbajêr şewitandin û li ser navê rêxistinê slogan avêtin dema ku ji herêma bûyerê dikirin dûr bikevin ji teref kamerayan ve hatin qeydkirin.

Komek PKKyîyên ku cil û bergên reş li xwe kiribûn doh êvarî li Taxa Kayapinarê mînîbûseke navbajêr sekinandin û piştî ku rêwîyên di wesayîtê de pîya kirin re wesayîtê bi molotofan şewitandin.

Dîmenên bûyera ku doh li nêzî qereqola polêsan pêk hat derketin holê. Di dîmên ku hatine qeydkirin de tê dîtin ku koma PKKyîyan pêşî li ser navê rêxistinê sloganan davêjin û dû  re mînîbûsê dişewitînin.

Di berdewama dîmenên ku hatine qeydkirin de tê dîtin ku ji ber bûyera ku pêk tê zarok û pîrekên ku tirsîyane hewl didin ji cihê bûyerê dûr bikevin û xwe muhafeze bikin.

Li gorî agahîyên ku ji şahidên bûyerê hatine wergirtin 3 kesên çekdar ên ku di nav koma PKKyîyan de bûn ji cihekî cûda ji cihê bûyerê dûr ketine.

ÎLKHA

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Di guhertina werzê de li hemberî rîska krîza dil baldar bin!
Diyarbekir de Fuarê Tarım u Heyvancılıği be tamonê mehalliyi xemıliyeno
Li Diyarbekirê Pêşangeha Çandinî û Sewalkariyê deriyên xwe vekir
Coşa Mewlûda Nebî li Wan, Edene û Stenbolê jî berdewam dike
Di lêpirsîna dibistana ku qetlîam lê hat kirin de dayîk jî hate girtin