Polêsê ku di êrîşa çekdarî de giran birîndar bûbû canê xwe ji dest da

Li Rezana navçeya Diyarbekirê êrîş li polêsê ku xwest yekî bide sekinandin hat kirin.

Bûyer li Taxa 5 Nîsanê ya Rezana navçeya Diyarbekirê pêk hat.

Li gorî agahîyên ku hatine wergirtin 2 polêsên ku dewrîye davêtin xwesti kesekî şikdar bidin sekinandin; lê belê kesê şikdar guh neda îqaza polêsan û ji alîyekî ve revîya û ji alîyekî ve jî bi ser polêsan de gule berda.

Di encama êrîşa kesê şikdar polêsê ku giran birîndar bû digel temamê midaxeleyan li nexweşxanê canê xwe ji dest da.

Walîtîya Diyarbekirê destnîşan kir navê polêsê ku canê xwe ji dest daye Atakan Arslan e.

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Vakfê Yetiman ra seba aktiviteyê mewlidi dawet
Qada ku ji bo çalakiya Mewlûda Nebî hatî amadekirin, li benda evîndarên pêxember e
Li Çinarê birûsk ket: 1 birîndar
5emîn Kongreya Asayî ya Teşkilata Navçeya Çinarê ya HÜDA PARê Hat Lidarxistin
Êşa ku di êrîşên li ser dibistanan de hatiye jiyîn êşa hemû Tirkîyeyê ye