Polêsê ku Mislimanê reşik qetil kir: “Xwedayê te a niha nikare ji te re bibe alîkar"

Li Amerîkayê polêsê ku Mislimanê reşik Muhammed Muhaymîn binçav kir bi şikleke hovane û xedar ew şehîd kir.

Di 4ê Çileya sala 2017an de li bajara Phoenîxa Arîzonayê Mislimanê reşik ê bi navê Muhammed Muhaymîn ji ber ku kuçikê xwe bir destava tesîseke civakî xwedîyê tesîsê ew gilî kir û ji ber vê yekê polês hatin ku wî binçav bikin. Di dema pêvajoya binçavkirinê de xirêcir û gengeşî derket û Mislimanê reşik Muhammed ji teref polêsan ve hat şehîdkirin.

Dîmenên şehîdkirina Muhammed Muhaymîn derketin holê.

Dîmenên ku ji teref parêzerên Muhaymîn ve hatin serwîskirin. Di dîmenên ku hatin belavkirin de tê dîtin di dema binçavkirinê de Muhaymîn li ber xwe dide. Digel ku Muhaymîn bêçek û bêsûc e polês tundîyê lê dikin û wî darb dikin û çoka xwe dideynin li ser stûyê wî û ew bênefes dihêlin.

Di dema binçavkirinê de Mislimanê reşik Muhammed dia dike û dibêje “Ya Rebbê min!Ji min re bibe alîkar.” Ji ber vê yekê polêsên bêwijdan ji Mislimanê reşik re dibêje: “Te got Xweda?Ew niha ji te re bibe alîkar.”

Di berdewama dîmenan de tê dîtin ji ber zilm û zordarîya ku li Muhammed tê kirin bi şikleke pîs diverişe û şehîd dibe.

ÎLKHA

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Vakfê Yetiman ra seba aktiviteyê mewlidi dawet
Qada ku ji bo çalakiya Mewlûda Nebî hatî amadekirin, li benda evîndarên pêxember e
Li Çinarê birûsk ket: 1 birîndar
5emîn Kongreya Asayî ya Teşkilata Navçeya Çinarê ya HÜDA PARê Hat Lidarxistin
Êşa ku di êrîşên li ser dibistanan de hatiye jiyîn êşa hemû Tirkîyeyê ye