Qatarê dê ji Xazzê re 150 milyon dolar alîkarî bike

Dewleta Qatarê bi daxuyanîya ku belav kir destnîşan kir ew ê di naveyna 6 mehan de ji Xazzê re 150 milyon dolar alîkarî bike.

Mîrê Qatarê Şêx Temîm bîn Hamed derbarê mijarê de daxuyanîyek belav kir.

Şêx Temîm di daxuyanîya ku belav kir de destnîşan kir ew ji bo êş û elemên gelê Filistînê kêm bikin û ji bo micadeleya li dijî corona vîrusê de destekê bidin wan dê di naveyna 6 mehan de 150 milyon dolar alîkarî bikin.

Serokê Harekata Berxwedana Îslamî Îsmaîl Henîyye ji ber alîkarîya ku dê bê kirin ji Mîrê Qatarê re teşekkur kir.

Henîyye di daxuyanîya ku derbarê mijarê de belav kir de destnîşan kir, ji ber alîkarîya ku dê bê kirin ez ji Mîrê Qatarê Şêx Temîm bîn Hamed re teşekkur dikim.

ÎLKHA

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Çantaya pırê zêrî ya ke Diyarbekir de otobüs de amibi viraerdene, teslimê wayirê cı amiyo kerdene
Li ser rêya Çinar û Bismilê de TIR wergeriya şerempolê
Zanist li dijî bêxewiyê çi pêşniyar dike?
1 mirî, 12 birîndar
Bi vê girseyê re, Dîyarbekir peyama "em ji bo yekîtîyê amade ne" da