Qeymeqamê Şingalê: “PKK ji navenda Şingalê derneket”

Mehma Xelîlê Qeymeqamê Şingalê destnîşan kir, PKK dibe asteng li xalên rêkeftina Şingalê bên tetbîqkirin.

“Berî vê çend rojan hat îddîakirin ku PKKyî ji herêmê derketin, lê ev yek ne rast e”

Xelîl di berdewama daxuyanîya ku belav kir de balan kişand li ser PKKyîyên ku dihat îddîakirin ji navenda Şingalê derketine û dû re wiha li daxuyanîya xwe zêde kir: “Berî vê çend rojan hat îddîakirin ku PKKyî ji herêmê derketin, lê ev yek ne rast e. Bes komên çekdar ên biçûk ji navenda Şingalê derketin.Lê di rastîyê de ew ni Şingalê derneketine.”

Xelîl di berdewama daxuyanîya xwe de destnîşan kir, divê PKK ji Şingalê bê derxistin û dû re wiha got: “Ji bo li herêmê jiyan asayî bibe û ewlehî bê tesîskirin û ji bo rêkeftina Şingalê bê tetbîqkirin divê PKKê ji Şingalê bê derxistin.”

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Ramazan Tekdemir bawerî nû kir
Weqfa Êtîman li Xezzeyê ji bo pitikan kampanyaya mamayê da destpêkirin
Li Şemrexê qezaya trafîkê: 4 birîndar
Nisêbîn de otomobilo ke park biyo de adır veşayo
Li Amedê kêmasiya sanayiyê di navçeyên biçûk de ji welatiyan re lêçûna zêde tîne