Qubbeya Mizgefta Nû ya Malatyayê rûxîya, di Mizgefata Mezin de xisar pêk hat

Di erdheja ku mezinahîya wê 6.8 bû û doh êvarî li Sîvrîceya Xarpêtê pêk hat deli Malatyayê qubbeya Mizgefta Nû ya Malatyayê rûxîya û di Mizgefata Mezin de xisar pêk hat.

Ji ber rûxîn û xisara ku pêk hat ji bo demekê Mizgefta Nû ya Malatyayê ji  îbadetê re hat girtin.

Yakup Ozpolatê ku derheqê bûyera ku pêk hat de nirxandinan kir destnîşan kir, ji ber erdheja ku doh êvarî pêk hat qubbeya Mizgefta Nû ya ku sed salan li ser pîyaye ruxîya û dû re wiah got: “Camî ji bo tedbîrê ji bo îbadetê hat girtin. Înşallah di demeke kurt de tadîlata wê bê kirin û ji îbadetê re bê vekirin.”

Dervîş Ceyhan jî derbarê mijarê de destnîşan kir doh êvarî li Xarpêt û Malatyayê erdhejeke mezin pêk hat û dûre wiha li axavtina xwe zêde kir: “Xweda ji bo gunehan bixe kefaret. Di erdhejê de qubbeya mizgefta me ya 100 salî rûxîya. Niha camî ji îbadetê re hatiye girtin. Piştî tadîlatê dê ji îbadetê re bê vekirin.”

ÎLKHA




















İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Ji bo bakur hişyarîya şilîyê hat dayîn
Li Rihayê qamyonet û wesayît li hev qelibîn: 16 birîndar
Otobûsa rêwîyan qelibî: 2 mirî, 34 birîndar
Şêx Qeredaxî: Hesen Saklanan şehîdîyê xwest û bidest xist
HAMASê derheqê Refahê de daxuyanî da