Rageşî berdewam dike: Iraqê li dijî Tirkîyê banga alîkarîyê li welatên Ereban kir

Iraqê piştî ku 2 fermandarên Iraqî yên ku digel PKKyîyan civînê dikirin ji teref Tirkîyê ve hatin kuştin re daxwaz kir Tirkîye ji axên Iraqê vekişe û li dijî Tirkîyê banga alîkarîyê li welatên Ereban kir.

Derbarê mijarê de ji teref Wezareta Karên Derve yê Iraqê daxuyanîyek hat belavkirin.

Fuad Huseyînê Wezîrê Karên Derve yê Iraqê di daxuyanîya ku belav kir de destnîşan kir, ew bi Misir, Urdun, Erebistana Siûd, Kuweyt û Yekîtîya Ereban re ketine têkilîyê û li dijî Enqerê ji wan alîkarîya dîplomatîk daxwaz kiriye.

Piştî bûyera ku pêk hat re Wezareta Karên Derve yê Fransayê daxuyanîyek belav kir û destnîşan kir ew terefdarê desthilatdarîya Iraqê ne û ew wan kesên ku zirarê didin desthilatdarîya Iraqê şermezar dikin.

Di encama hareketa asîmanî ya ku di 11ê Tebaxê de ji teref Tirkîyê ve li Herêma Kurdistanê hatibû lidarxistin de 2 fermandarên Iraqê yên bi navê Zubeyr Xalî û Muhammed Reşîd canê xwe ji dest dabûn.

ÎLKHA

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Vakfê Yetiman ra seba aktiviteyê mewlidi dawet
Qada ku ji bo çalakiya Mewlûda Nebî hatî amadekirin, li benda evîndarên pêxember e
Li Çinarê birûsk ket: 1 birîndar
5emîn Kongreya Asayî ya Teşkilata Navçeya Çinarê ya HÜDA PARê Hat Lidarxistin
Êşa ku di êrîşên li ser dibistanan de hatiye jiyîn êşa hemû Tirkîyeyê ye