Rayedarên Îxwanul Muslîmîn û Cemaata Îslamî ji bo tazîyê çûn serdana HUDA PARê

Lijneyeke ku ji rayedarên Îxwanul Muslîmîn û Cemaata Îslamî pêk dihat ji bo tazîyê çûn serdana HUDA PARê.

Mehmet Yavuzê Alîkarê Serokê Giştî yê HUDA PARê ji ber nexweşîya qanserê îna borî li nexweşxaneya ku lê dihat dermakirin çûbû rehma Xwedê ku ji ber vê yekê partîyên siyasî diçin serdana HUDA PARê serxweşî didin wan.

Di bergeha ziyaretên ku ji bo tazîyê tên kirin de lijneyeke ku ji rayedarên Îxwanul Muslîmîn û Cemaata Îslamî pêk dihat ji bo tazîyê çûn serdana HUDA PARê.

Rayedarên ku ji bo tazîyê çûn Serokatîya  Bajêra Stenbolê ya HUDA PARê ji teref Alîkarê Serokê Giştî yê  HUDA PARê Mehmet Eşîn ve hatin pêşîwazîkirin.

Mîthad El-Haddadê Endamê Meclîsa Şûrayê yê Îxwanul Muslîmînê, Sabir El Futtuhê ji parlementerên ji heyama Mursî, Seyyîd El Îzzeddîn, Muxtar El Aşîrîyê rayedarên Îxwanê û Îslam El-Xamrîyê Rayedarê Pêwendîyên Derve yê Cemaata Îslamî û heyeta pê re ji ber minasebeta wefata Mehmet Yavuzê Alîkarê Serokê Giştî yê HUDA PARê serxweşî dan rayedarên HUDA PARê.

Di ziyareta ku hat kirin de lijneyên Îxwanul Muslîmîn û Cemaata Îslamî ji ber wefata Mehmet Yavuz xemgînîyên xwe anîn zimên û serxweşî dan wan.

ÎLKHA

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Li xaniyên TOKÎ yên Farqînê mexduriyet mezin dibe
Li Dêrikê jina ku ceryanê pê girt jiyana xwe ji dest da
Ji tirî dims, bastêq û bennîyê bi gûz tê çêkirin
Şehîd Abdusselam Îrdem li ser gora xwe hat bîranîn
Hejmara qurbaniyên ji ber lehiyê gihîşt 8 kesan