Rêjeya bêkarîyê 0,2 puan zêde bû û gihaşt ji sedî 13,7an

Rêjeya bêkarîyê di meha kanûna sala 2019an de 0,2 puan zêde bû û gihaşt ji sedî 13,7an.

Ji teref TUÎKa Sazîya Îstatîstîkê ya Tirkîyê ve rêjeya bêkarîyê ya meha kanûnê hat belavkirin. Li gor daneyên ku ji teref TUÎKa Sazîya Îstatîstîkê ya Tirkîyê ve hatine belavkirin di meha kanûnê de rêjeya bêkarîyê li gorî heman meha sala borî 0,2 puan zêde bû û gihaşt ji sedî 13,7an.

Di daneyên ku hatin belavkirin de hat diyarkirin di meha kanûna  sala 2019an de  hejmara bêkaran li gorî heman meha sala borî 92 hezar kes zêde bû û hêjmara bêkaran derket 4 milyon  û 394 hezar kesan.

Rêjeya îstîhdamê zêde bû

Hejmara kesên ku hatine îstîhdamkirin di meha kanûnê de li gor heman meha sala borî 3 hezar kes kêm bû û daket 27 milyon û 658 hezar kesan.

ÎLKHA

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Qezay Farqîni de vewr varena
Rêyên 304 gundan hatin girtin
Weqfa Êtîman li Xezzeyê sifreyên fitarê vala nahêle
Mijara kêmbûna veberhênana pîşesaziyê ji bo bakur anî Meclîsê
Zêdetirî 20 kes ji dûmanê tesîrdar bûn