Rêjeya bêkarîyê 2.8 puan zêde bû û gihaşt ji sedî 13an

Rêjeya bêkarîyê di meha hezîranasala 2019an de 2.8 puan zêde bû û gihaşt ji sedî 13an.

Ji teref TUÎKa Sazîya Îstatîstîkê ya Tirkîyê ve rêjeya bêkarîyê ya meha hezîranê hat belavkirin. Li gor daneyên ku ji teref TUÎKa Sazîya Îstatîstîkê ya Tirkîyê ve hatine belavkirin di meha hezîranê de rêjeya bêkarîyê li gorî heman meha sala borî 2.8 puan zêde bû û gihaşt ji sedî 13an.

Di daneyên ku hatin belavkirin de hat diyarkirin di meha hezîrana  sala 2019an de  hejmara bêkaran li gorî heman meha sala borî 938 hezar kes zêde bû û hêjmara bêkaran derket 4 milyon  û 253 hezar kesan.

Rêjeya îstîhdamê kêm bû

Hejmara kesên ku hatine îstîhdamkirin di meha hezîranê de li gor heman meha sala borî 802 hezar kes kêm bû û daket 28 milyon û 512 hezar kesan.

ÎLKHA

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Riha de qezaya trafikî ya zincîre de 3 kesî birîndar bîyî
Şertên Desmêjê li gorî Mezhebê Şafiî
Di qrîza dil de deqîqeyên pêşî jiyanê difilitînin!
Hejmarê şehîdên li Xezzeyê gihîşt 73 hezar û 462 kesan
Sîyaset ji bo xizmetkirina milet û bidestxistina riza Xwedê amûrek e