Rêjeya bêkarîyê 2,9 puan zêde bû û gihaşt ji sedî 14an

Rêjeya bêkarîyê di meha tebaxa sala 2019an de 2,9 puan zêde bû û gihaşt ji sedî 14an.

Ji teref TUÎKa Sazîya Îstatîstîkê ya Tirkîyê ve rêjeya bêkarîyê ya meha tebaxê hat belavkirin. Li gor daneyên ku ji teref TUÎKa Sazîya Îstatîstîkê ya Tirkîyê ve hatine belavkirin di meha tebaxê de rêjeya bêkarîyê li gorî heman meha sala borî 2,9 puan zêde bû û gihaşt ji sedî 14an.

Di daneyên ku hatin belavkirin de hat diyarkirin di meha tebaxa  sala 2019an de  hejmara bêkaran li gorî heman meha sala borî 980 hezar kes zêde bû û hêjmara bêkaran derket 4 milyon  û 650 hezar kesan.

Rêjeya îstîhdamê kêm bû

Hejmara kesên ku hatine îstîhdamkirin di meha tebaxê de li gor heman meha sala borî 789 hezar kes kêm bû û daket 28 milyon û 529 hezar kesan.

ÎLKHA

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Ramazan Tekdemir bawerî nû kir
Weqfa Êtîman li Xezzeyê ji bo pitikan kampanyaya mamayê da destpêkirin
Li Şemrexê qezaya trafîkê: 4 birîndar
Nisêbîn de otomobilo ke park biyo de adır veşayo
Li Amedê kêmasiya sanayiyê di navçeyên biçûk de ji welatiyan re lêçûna zêde tîne