Rêjeya bêkarîyê 3.1 puan zêde bû û gihaşt ji sedî 12,8an

Rêjeya bêkarîyê di meha gûlana sala 2019an de 3.1 puan zêde bû û gihaşt ji sedî 12,8an.

Ji teref TUÎKa Sazîya Îstatîstîkê ya Tirkîyê ve rêjeya bêkarîyê ya meha gûlanê hat belavkirin. Li gor daneyên ku ji teref TUÎKa Sazîya Îstatîstîkê ya Tirkîyê ve hatine belavkirin di meha gûlanê de rêjeya bêkarîyê li gorî heman meha sala borî 3.1 puan zêde bû û gihaşt ji sedî 12,8an.

Di daneyên ku hatin belavkirin de hat diyarkirin di meha gûlana sala 2019an de  hejmara bêkaran li gorî heman meha sala borî milyonek û 21  hezar kes zêde bû û hêjmara bêkaran derket 4 milyon  û 157 hezar kesan.

Rêjeya îstîhdamê kêm bû

Hejmara kesên ku hatine îstîhdamkirin di meha gûlanê de li gor heman meha sala borî 869 hezar kes kêm bû û daket 28 milyon û 269 hezar kesan.

ÎLKHA

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Li xaniyên TOKÎ yên Farqînê mexduriyet mezin dibe
Li Dêrikê jina ku ceryanê pê girt jiyana xwe ji dest da
Ji tirî dims, bastêq û bennîyê bi gûz tê çêkirin
Şehîd Abdusselam Îrdem li ser gora xwe hat bîranîn
Hejmara qurbaniyên ji ber lehiyê gihîşt 8 kesan