Rêjeya bêkarîyê 3,1 puan zêde bû û gihaşt ji sedî 13,9an

Rêjeya bêkarîyê di meha tîrmehasala 2019an de 3,1 puan zêde bû û gihaşt ji sedî 13,9an.

Ji teref TUÎKa Sazîya Îstatîstîkê ya Tirkîyê ve rêjeya bêkarîyê ya meha tîrmehê hat belavkirin. Li gor daneyên ku ji teref TUÎKa Sazîya Îstatîstîkê ya Tirkîyê ve hatine belavkirin di meha tîrmehê de rêjeya bêkarîyê li gorî heman meha sala borî 3,1 puan zêde bû û gihaşt ji sedî 13,9an.

Di daneyên ku hatin belavkirin de hat diyarkirin di meha tîrmeha  sala 2019an de  hejmara bêkaran li gorî heman meha sala borî milyonek û 65 hezar kes zêde bû û hêjmara bêkaran derket 4 milyon  û 596 hezar kesan.

Rêjeya îstîhdamê kêm bû

Hejmara kesên ku hatine îstîhdamkirin di meha tîrmehê de li gor heman meha sala borî 748 hezar kes kêm bû û daket 28 milyon û 517 hezar kesan.

ÎLKHA

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Ramazan Tekdemir bawerî nû kir
Weqfa Êtîman li Xezzeyê ji bo pitikan kampanyaya mamayê da destpêkirin
Li Şemrexê qezaya trafîkê: 4 birîndar
Nisêbîn de otomobilo ke park biyo de adır veşayo
Li Amedê kêmasiya sanayiyê di navçeyên biçûk de ji welatiyan re lêçûna zêde tîne