Rêjeya bêkarîyê di meha nîsanê de kêm bû

Rêjeya bêkarîyê di meha nîsana sala 2020an de 0,2 puan kêm bû û daket ji sedî 12,8an.

Ji teref TUÎKa Sazîya Îstatîstîkê ya Tirkîyê ve rêjeya bêkarîyê ya meha nîsanê ya sala 2020î hat belavkirin. Li gor daneyên ku ji teref TUÎKa Sazîya Îstatîstîkê ya Tirkîyê ve hatine belavkirin di meha nîsanê de rêjeya bêkarîyê li gorî heman meha sala borî 0,2 puan kêm bû û daket ji sedî 12,8n.

Di daneyên ku hatin belavkirin de hat diyarkirin di meha nîsana sala 2020î de  hejmara bêkaran li gorî heman meha sala borî 427 hezar kes kêm bû û hêjmara bêkaran daket 3 milyon  û 775 hezar kesan.

Rêjeya îstîhdamê zêde bû

Hejmara kesên ku hatine îstîhdamkirin di meha nîsanê de li gor heman meha sala borî 2 milyon û 585 hezar kes kêm bû û daket 25 milyon û 614 hezar kesan.

ÎLKHA

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Ramazan Tekdemir bawerî nû kir
Weqfa Êtîman li Xezzeyê ji bo pitikan kampanyaya mamayê da destpêkirin
Li Şemrexê qezaya trafîkê: 4 birîndar
Nisêbîn de otomobilo ke park biyo de adır veşayo
Li Amedê kêmasiya sanayiyê di navçeyên biçûk de ji welatiyan re lêçûna zêde tîne