Rêjeya bêkarîyê di meha sibatê de kêm bû

Rêjeya bêkarîyê di meha sibata sala 2020an de 0,1 puan kêm bû û daket ji sedî 13,6an.

Ji teref TUÎKa Sazîya Îstatîstîkê ya Tirkîyê ve rêjeya bêkarîyê ya meha sibatê ya sala 2020î hat belavkirin. Li gor daneyên ku ji teref TUÎKa Sazîya Îstatîstîkê ya Tirkîyê ve hatine belavkirin di meha sibatê de rêjeya bêkarîyê li gorî heman meha sala borî 0,1 puan kêm bû û daket ji sedî 13,6an.

Di daneyên ku hatin belavkirin de hat diyarkirin di meha sibata sala 2020î de  hejmara bêkaran li gorî heman meha sala borî 502 hezar kes kêm bû û hêjmara bêkaran daket 4 milyon  û 228 hezar kesan.

Rêjeya îstîhdamê zêde bû

Hejmara kesên ku hatine îstîhdamkirin di meha sibatê de li gor heman meha sala borî 602 hezar kes kêm bû û daket 26 milyon û 753 hezar kesan.

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Vakfê Yetiman ra seba aktiviteyê mewlidi dawet
Qada ku ji bo çalakiya Mewlûda Nebî hatî amadekirin, li benda evîndarên pêxember e
Li Çinarê birûsk ket: 1 birîndar
5emîn Kongreya Asayî ya Teşkilata Navçeya Çinarê ya HÜDA PARê Hat Lidarxistin
Êşa ku di êrîşên li ser dibistanan de hatiye jiyîn êşa hemû Tirkîyeyê ye