Rejîma îşxalê ya siyonîstan li Quds û Şerîaya Rojava 13 Filistînîyan revand

Hat ragihandin di encama êrîşên ku ji teref siyonîstan ve hatin kirin de 13 Filistînî hatin revandin.

Rejîma îşxalê ya siyonîstan her ku diçe zilm û zordarîya xwe ya li ser Filistînîyan zêdetir dike.

Li gorî agahîyên ku hatine wergirtin siyonîstên îşxalker li bajaroka el-Îsewîyye ya Qudsê  9 kesên bi navê Omer Mervan Ubeyd, Mahmud Muhammed Ubeyd, Mahmud Mervan Avde, Ahmed Îyad Avde, Mahmud Abd Mahmud, Muhammed Nesîm Ubeyd, Muhammed Semîh Alyan, Muhammed Murad Darî û Hasan Yasîn Dervîşê 14 salî.

Her wisa hat hînbûn siyonîstên îşxalker li Ramallah û el-Bîreyê jî 4 kesên din di encama êrîşa ku kirin de revandin.

Tê diyarkirin Filistînîyên ku hatin revandin hatin birin navenda rejîma îşxalê ya li Asyunê.

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Ramazan Tekdemir bawerî nû kir
Weqfa Êtîman li Xezzeyê ji bo pitikan kampanyaya mamayê da destpêkirin
Li Şemrexê qezaya trafîkê: 4 birîndar
Nisêbîn de otomobilo ke park biyo de adır veşayo
Li Amedê kêmasiya sanayiyê di navçeyên biçûk de ji welatiyan re lêçûna zêde tîne