Rejîma îşxalê ya siyonîstan li Şerîaya Rojava 2 parlementerên Filistînî desteser kir

Hat ragihandin rejîma îşxalê ya siyonîstan li Şerîaya Rojava 2 parlementerên Filistînî desteser kir.

Zilm û zordarîya siyonîstên îşxalker berdewam dike. Li gorî agahîyên ku hatine wergirtin siyonîstên îşxalker êrîş birin li ser parlementerên Filistînî yên bi navê Nayif er-Recub û Hatem Kufeyşe û wanan desteser kirin.

Derbarê mijarê de ji teref Kuluba Êsîrên Filistînî ve daxuyanîyek hat belavkirin.

Di daxuyanîya ku hat belavkirin de derbarê mijarê de hat destnîşankirin; Parlementer Hatem Kufeyşe piştî ku ji ser desteserkirinê çend seat derbas bû re hat berdan.

Her wisa tê diyarkirin siyonîstên îşxalker li Kalkîlyayê  jî êrîş birin li ser malên Filistînîyan û 3 xortên Filistînî desteser kirin û li kampa penaberan a bi navê “Ed-Dehîşe”yê jî Ehmed Yusufê 35 salî desteser kirin.

ÎLKHA

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Ramazan Tekdemir bawerî nû kir
Weqfa Êtîman li Xezzeyê ji bo pitikan kampanyaya mamayê da destpêkirin
Li Şemrexê qezaya trafîkê: 4 birîndar
Nisêbîn de otomobilo ke park biyo de adır veşayo
Li Amedê kêmasiya sanayiyê di navçeyên biçûk de ji welatiyan re lêçûna zêde tîne