Ey Xudanê ‘Alemê û Xaliqê her mumkina
Raziqê dar û giya û îns û heywan û cina
Em bi ‘eql û qelb û lîsan şahid in hemd û sena
Ku îlah ğeyrê Te nînin alîkarê mumina
Ey Xuda! Pêxemberên te tev de heq pêxember in
Her ji însan re bi rastî ew şivan û rehber in
Ba xusûs Xatem Muhammed em ji dilcan bawer in
Rehberê mûtleq ew e her em jî Wî re leşker in
Em ji dîna dînê Îslam dînê her dewran divên
Ji kîtêba em kitêba mu’cîze Quran divên
Pê re jî em rê û rêza Nebiyê Cîhan divên
Em divên wek wan bijîn lew her û her em wan divên
Ey Xudanê ‘Alemê em hîzb û hem cundê Te ne
Canfîdayê şer’ û ala heq Muhammedê Te ne
Alîkarê mumina û jarê ‘îbadê Te ne
Talib û hem bendewarê nasr û îmdadê Te ne
Em muhîbb û dilhebînê Alê Beytê ne ji mêj
Em li wan tînin salatan her du’a û her limêj
Sunneta Ceddê xwe ne ew paqijin nabin qirêj
Em li dû wan in di vê doz û riya rast û dirêj
Em hemî ezwacê athar hem jî eshabên Resûl
Qenc û baş zanin ew in her ûsweya ehlê ‘ûqûl
Mezherê medhê Xuda û Nebiyê Wî ne ‘ûdûl
Wan li cîhanê bilind kir dînê heq ‘alem şûmûl
Tabi’în û tabi’ên wan ên bi îhsan bîttemam
Warisên pêxemberan tev, ehlê ‘îlm û xas û ‘am
Çi Selef bin çi Xelef bin Ehlê Sunnet ya Selam
Murşidên me mumina ne bê xeberdan û kelam
Ehlê îman ehlê qîbla Muslumana hemiyan
Mezheb û meşreb çi be hetta ku Îslam be jiyan
Em birayên xwe dibînin li hemî war û ciyan
Em bi tekfîrê hukum nakin di heqqê ‘asiyan
Em divên her kes bizane dijminê me kafir in
Her welatê zulm û zorê ji me re seha şer in
Tim ji jar û ketiyan re destegîr û nasir in
Em bi hêza Heq qewî ne jê re her dem leşker in
Em ji ‘ilmê wehy û fen re tim bi hev re talib in
Ên bi wan dertêne holê her zemanî ğalib in
Hem weke ‘îlmên berê ji ‘îlmê nû re rağib in
Lew ‘ûlûmên nû li ser ‘îlmên berê ava dibin
Bê teceddud bê ‘ûlûm û keşfê nû kes naçe pêş
Ên xwe nû nakin li paş in tim dibin dilêş û êş
Sunneta Barî weha ye nabe hilde dawdelêş
Ê du rojê wî yek in ew tim xisarê diguvêş
Îctîhat dergeh vekirye ferd û kîfaye ye tim
Lê belê jê re divên hin sahibê ‘eql û ‘îlim
Ê bixwaze derkeve jor lazim e jê re silim
Karê Lûqman ma kesî qet daye qessabê zexim
Ev terîqên wek terîqa Neqşebend û Qadirî
Mektebên Îslamê ne ew jî bira li her derî
Di ‘îlim çawa heye tim îhtiyac bi rehberî
Di ‘emel de pirtir e pir her ev e me bawerî
Medrese, tekye û mizgeft lazim e ava bibin
Wek berê dîsa bi ders û zikr û ta’et şabibin
Beyreqa cîhad û teblîğê ji dil bala bibin
Her ev e çara Musulman wek berê azad bibin
Serwerê ‘Alem di xutba xatira heqqê jinan
Wesyet û tembîh kiriye li temamê muminan
Em divê îhmal nekin wê wesyeta wî Musluman
Ew emanetên Xuda ne bihemîne her zeman
Nesl û ewlad nî’metek pir mezine Heq daye me
Wî ji wan re em kirine raîy û mû’ellîm e
Me’newî be maddewî be terbiya wan lazim e
Ê ku vê ferz û wezîfê neyne cî tim nadim e
Nabe em mumîn bijîn qet bê cema’et bê serî
Hukmê Îslamê ev e di her zeman û her derî
Lazim e em bînine cî emr û nehyên rehberî
Bes di tiştên me’siyet de nabe tu li pey herî
Rehperestî, qewmperestî hîleke şeytanî ye
Ê dike doz pey serabê bazdide her dem tî ye
Em ji yek ‘irq û rehê ne her mirov Ademî ye
Lê tenê mumin bira ne hukmê Rebbê banî ye
Em Musulman tev yek in yek millet in lew lazim e
Beyreqa me dewleta me yek be yek be her dem e
Ev fîraq û ev şîqaqa hakime îro li me
Kî dike û kî bike ew asime hem zalim e
Di hiqûqa de Musulman ferze wek hev bin timî
Çi ‘Ereb bin, çi ‘Ecem bin, çi jî Tirk û Kurd hemî
Wek gelê Kurd qewmê mezlûm em ji wan re bin gemî
Ta bigîjin her heqên xwe ew jî wek her Ademî
Gûne gûn reng û zimanê kû hene tev ayet in
Ayetê Rebbê me ne lew tev bi qedr û qîmet in
Ser zimanê xwe jî lewra em divê bixebitin
Hem jî însan bi zimanê xwe bi qedr û rûmet in
Ferze em pêşî ji ‘îlma hînî ‘îlmên dîn bibin
Lewra rêznama jiyanê her ewan em hîn bibin
Nabe bê wan tovê jînê li behiştê şîn bibin
Bê ‘îlim e’amalê însan nabe ku zêrîn bibin
Ferze berya her qerarî îstîşare îstîşar
Sunnet û Quranê bê şek dane ev hukm û qerar
Em divê îhmal nekin em vî qerarê bextiyar
Em çi şah bin çi geda bin lew heram e întîhar
Emrê me’rûf nehya munker wek cîhadê wacib e
Ê bi îxlas bîne cî van waciba tim ğalib e
Em divê ji hev re bêjin kî ji me çi zanibe
Em nehêlin gemiya em tev de tê de ğerq bibe
Îxtîsasa di ‘ûlûman ‘eql û dîn ferman dikin
‘Alimên nîvco mirov ji can û hem îman dikin
Muctehît her warî abad mûqelît wêran dikin
Şêr li holê ku nebin rûvî xwe şêr îlan dikin
Ferz û Kîfaye çi ne û çend ji wan têne kirin
Ên dikin ka hindikin yan jî besin û hazir in
Em divê wan jî bi’elmin û edakin da werin
Em li hêvya kî dihêlin pey bi wan em bawer in
Nabe ku em dûr bimînin ji siyasetê bira!
Nabe ku em yek peza xwe bi xwe bispêrin gura
Ger nikarbin em meni’kin hemiyê zulm û şera
Çi ji me hat ew jî kare ew jî kare ji me ra
Ehwenê şerr û zarûret û teqiyye rûxset in
Em divê wan baş bi’elmin car heye xweş firset in
Her esas û qa’êdên dîn sehl û nûr û rehmet in
Lê ji yên îhmal dikin re tim ‘ezab û hesret in
Lazime em ji sewada e’zamî qet neqerin
Rê û rêza ummetê her ferz e em tê de herin
Ev bi Quran û bi Sunnet sabite em bawerin
Lew bi îstîsna û şaza qa’îde naguherin
Va li vir Mizgîn bi xêr xweş dawiya şî’ra me hat
Bê jimar hemdê Xuda be ku li me kir ev xelat
Da me tewfîq min nivîsî ev esasên heqq û rast
Ser Nebiyyê Xatemî bin tim selam û tim salat
6 Rebî’ul Axîr 1434/16 Şubat 2013