Rûsya 450 şervanên ku li Sûrîyê hatin perwerdekirin şand Lîbyayê

Hat ragihandin şervanên ku hatin şandin Lîbyayê dê di nav sefên hêzên General Hafterê ku Xerb û hinek welatên Ereban piştgirî didinê de şer bikin.

Li gorî Çavdêrxaneya Mafên Mirovan a Sûrîyê  leşkerên bi pere hatin girtin ji teref şîrketa ewlehîyê ya Rûsyayê ve ji bajarên Raqqa, Hums, Lazkîye û Hasekêya Sûrîyê hatine berhevkirin û hatin perwerdekirin.

Hat ragihandin komeke din a leşkerên ku bi pere hatine girtin ji bo şandina ji Lîbyayê re li Hmeymîmê li baregaha leşkerî ya Rûsyayê amade tên girtin.

ÎLKHA

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Ramazan Tekdemir bawerî nû kir
Weqfa Êtîman li Xezzeyê ji bo pitikan kampanyaya mamayê da destpêkirin
Li Şemrexê qezaya trafîkê: 4 birîndar
Nisêbîn de otomobilo ke park biyo de adır veşayo
Li Amedê kêmasiya sanayiyê di navçeyên biçûk de ji welatiyan re lêçûna zêde tîne